Wezîrê berevanîya Emerîkayê: Hêzên me li wan deveran in ku petrol têde heye

Di konfianseke rojnamevanî de li Kabûl a paytexta Evganistanê, Mark Êsper, wezîrê berevanîya Emerîkayê helwêsta welatê xwe aşkera kir derbarê kawdanên niha yên deverê.

K24- Hewlêr

Di konfianseke rojnamevanî de li Kabûl a paytexta Evganistanê, Mark Êsper, wezîrê berevanîya Emerîkayê helwêsta welatê xwe aşkera kir derbarê kawdanên niha yên deverê.

Êsper dilnîyayî da Evganistanê ku welatê wî bi awayeke cuda ji Sûriyê li Evganistanê dinere.

Ragehand jî, piroseya vekişandina hêzên Emerîkayê çend heftîyekan dê vekêşe û bi sedema şerê Kurd û Tirkiyê hêzên xwe vekişandîne.

Amaje bi wê yekê jî kir, hêzên Emerîkayê li wan deveran in ku petrol têde heye û kontirola asmanê Suriyê jî dê bikin.

Xuya jî kir, hewil didin pirsa Kurd û Tirkiyê çareser bikin û li cengê dijî terorê jî berdewam dibin.