Reuters: Îranê 200 milyon dolar gehandine destê Hizbullaha Libnanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Reutersê ji zarê du çavkaniyên agahdar eşkere kir ku koma Hizbullaha Libnanê di meha borî de 200 milyon dolaran ji Tehranê wergirtine, ji bo alîkarîkirina koçberên şerê îsal ê ligel Îsraîlê. Tevî tundbûna cezayên aborî û deryayî yên Amerîkayê yên li ser Îranê, ev alîkariya darayî gehiştiye Beyrûtê.
Li gorî raporteka Ajansa Reutersê, ew pere di meha Îlonê de ji Îranê gehiştiye destê Hizbullahê, di demekê de ku veguhestina pereyan bo Libnanê ji ber çavdêriya tund a darayî ya Amerîkayê di astekî gelek bizehmet de ye.
Çavkaniyan eşkere kiriye ku wan delal û nivîsîngehên ku ew pere veguhastine rêjeya 20% ji wan pereyan wek qerebû wergirtiye (ku çar qatî xerca asayî ye), ji ber wê metirsiya mezin a ku li ser serederîkirina ligel wê komê heye.
Berpirsekî Hizbullahê di bersiva Reutersê de piştrast kir ku hejmareka pereyan a pêdivî hatiye dabînkirin û di çend rojên bê de plana parvekirinê tê ragihandin, bêyî ku çavkaniya pereyan eşkere bike.
Li gorî wê planê, Hizbullah 3 hezar dolaran wek qonaxa yekê dide her malbateka lêqewimî, bi taybetî wan 50 hezar malbatên ku gund û malên wan li başûrê Libnanê ji ber êrîşên Îsraîlê bi temamî hatine wêrankirin.
Gehandina van pereyan di demekê de ye ku kanalên darayî yên Hizbullahê li Dubay û Îraqê tûşî îflîcbûnê bûne û li Tirkiyeyê jî di bin çavdêriya tund de ne. Tevî ku rewşa aborî ya navxwe ya Îranê di daketineka berdewam de ye, lê li gorî amarên Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, Tehranê di 10 mehên yekê yên sala 2025ê de yek milyar dolar ji bo Hizbullahê şandibûn.
Şerê îsal, ku di destpêka meha Adarê de ji ber tevlîbûna Hizbullahê di pevçûna herêmî ya piştevaniya Îranê de dest pê kiribû, zirareka mezin gihandiye pêgeha cemawerî û leşkerî ya wê komê; li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, zêdetirî 4 hezar û 300 kesan hatine kuştin û Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam jî xerciya avadankirina wêrankariyên şerî bi zêdetirî 27 milyar dolaran texmîn kiriye.