Parlamenterên Îraqê dijî bilindkirina nirxê dolarî rawestiyan: 'Em deng nadin ti projeqanûnekê'
Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmareke endamên Parlamentoya Îraqê bi tundî nerazîbûna xwe li beranberî bizavên bilindkirina nirxê dolarê Amerîkayî li beranberî dînarê Îraqî diyar kir û tekez kir ku di rûniştinên Parlamentoyê de deng nadin ti projeqanûnekê ku nirxê dolarî bilind bike û bi hemî rengan dijî wê yekê rawestin.
Hejmareke endamên Parlamentoya Îraqê îro Çarşem, 07ê Cotmeha 2026ê, hişyarî da ku bilindkirina nirxê dolarî yek ji rengên qorxkirina bazarî ye û rasterast dibe sedema giranbûna berçav a nirxê kelûpelên serekî.
Wan endamên Parlamentoyê herwesa daxwaz ji hikûmetê jî kir ku rewşa darayî û jiyana xelkê li ber çavan werbigirin, ji ber ku ev biryar rasterast girêdayî jîn û jiyar û berîkên welatiyan e û di dawiyê de tenê xelkê hejar baca vê giranbûnê dide.
Di pareka dî ya helwesta xwe de, nûnerên Parlamentoyê daxwaz kir ku hikûmet çavdêriyeka tund bixe ser bazirganan û ron kir ku bazirgan li derve kelûeplan bi dolarê fermî dikirin, ku nirxê her 100 dolarî bi 132 hezar dînaran tê mezendekirin, lê di dema saxkirinê de li sûkên navxweyî nirxan li ser bingeha 185 hezar dînaran bo her 100 dolarî hejmar dikin.
Wan parlamenteran herwesa ragihand ku ev reftara bazirganan zirareka duserî digehîne aboriya welatî û berîkên welatiyan, di demekê de ku ew bi xwe du caran qezenc dikin: carekê di kirîn û firotina kelûpelan de û carekê jî di cudahiya nirxê fermî û nefermî yê dolarî li beranberî dînarî de.