3 şaredarên HDPê hatin binçavkirin
Şaredarê Diyarbekirê yê ji kar hatî dûrxistin Selçûk Mizarakli û Şaredarên HDPyê yên bajarokê Peyas û Bismilê hatin binçavkirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Şaredarê Diyarbekirê yê ji kar hatî dûrxistin Selçûk Mizarakli û Şaredarên HDPyê yên bajarokê Peyas û Bismilê hatin binçavkirin.
Zextên li ser Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê berdewam in û hat zanîn îro danê sibê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê de hêzên asayîşê, Şaredarê Diyarbekirê yê ji kar hatî dûrxistin Selçûk Mizarakliyî û şaredara bajarokê Peyasê Kezîban Yilmazê û Şaradarê Bismilê Orhan Ayazî binçav kirine.
Berî niha çend rojan jî şaredarên HDPyê yên Gever, Colemêrg û Nisêbînê hatibûn zindanîkirin û li şûna wan qeyûm hatibûn danîn.
S. B