Li Dêrika Maziyê derketina derve hat qedexekirin

Parêzgeriya Merdinê ji bo navçeya Dêrika Çiyayê Maziyê qedexeya derketina derve ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgeriya Merdinê ji bo navçeya Dêrika Çiyayê Maziyê qedexeya derketina derve ragihand.

Bi Fermana Parêzgeriya Merdînê, îro ji bo navçeya Dêrika Maziyê, qedexe hat ragihandin û leşkeran jî bi ser malên welatiyan de girtin.

Leşkerên Tirkiyê li taxên Erbatê, Simaqî, Bizdoxan û Kotê dest bi operasyonê kirin û operasyon hîna berdewam dike.

Hat zanîn, di serdagirtina malan de hejmarek welatî jî hatine binçavan.

Li navçeya Dêrikê, Îro demjimêrên serê sibê, li hin taxan operasyoneke leşkerî jî hatibû destpêkirin. Lê operasyon, rastî êrişa gerilayên PKKê hat û di encamê de leşkerekî canê xwe ji dest da.

 

S. B