Wezîrê navxwe: Penaber bi rêyên qaçax dihên Herêma Kurdistan

K24- Rêber Ehmed, wezîrê navxweyî ya Herêma Kurdistanê ragehand, wezareta wan di bi elikitronîkirina mameleyên hevwelatîyan di pêşengê de ne û tekez kir ku li ser rasparteya serok wezîrên Herêma Kurdistanê, divêt piranîya mameleyan bibin elikitronî daku hevwelatî kêmtirîn zehmetê bibînin.

K24- Hewlêr

Wezîrê navxweyî di dema serdan xwe de bo rêveberîya bilindkirina pileyên efseran de, ku hatîye elikitronî kirin, ragehand, niha paseportên Hewlêr, Dihok û Silêmanîyê hatîne bielikitronî sire dihêt tomarkirin. Ev jî di dema 7-10 rojan vedikêşe û hinek caran digehe 3 rojan, berê evî karî mehek vedikêşa.

Got jî, li gro axivtinên rêveberîya hatûçûnê, niha memeleyên salîyane, wergirtina tablo ya otombêl û nûkirina moleta hajovanîyê bi 90 xulekan temam dibe û berê çend roj vedikêşan.

Derbarê hatina aware û penaberên nû ji Rojavaya Kurdistanê, wezîrê navxwe ragehand, wezaretên peywendîdar ji alîyê Mesrûr Barzanî, serok wezîrên Herêma Kurdistanê ve hatîne raspartin ku bi baştirîn şêwaz pêşwazî ji wan bihêt kirin.

Tekez jî kir, di amadebaşyê deyîne bi baştitirîn şêwe pêşwazî li awareyan bikîn, ku heya niha 5 hezar gehane Herêma Kurdistanê.

Aşkera jî kir, ji alîyê dî yê rojava, pirsgrêk bo wan dihên duristkirin û hinek ji penaberan jî ragehandîne, ku bi rêyên qaçax û peredanê xwe gehandîne Herêma Kurdistanê.

Got jî: Sinûrê Herêma Kurdistanê vebûyî ye û wek berê alîkarîyên mirovî dihên şandin, lê li wî alî rê nadin aware û peaberan bi awayeke yasayî derbaz bibin.