Biryara girtina Ednan Selçuk Mizraklî hat dayîn
Şaredarê Diyarbekirê Ednan Selçuk Mizraklî yê ji kar hatiye dûrxistin, hat zîndanîkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şaredarê Diyarbekirê Ednan Selçuk Mizraklî yê ji kar hatiye dûrxistin, hat zîndanîkirin.
Ednan Selçuk Mizraklî ku duh serê sibê hatibû binçavkirin, îro derket pêşberî Serdozgerê Komarê yê Diyarbekirê.
Serdozgerî bi tometa endamtiya rêxistina terorê û bangeşeya rêxistinê bi daxwaza girtinê, Mizraklî arasteyê dadgehê kir. Dadgeha Sulh û Siza ya Diyarbekirê bi tometa endamtiya rêxistina terorê û bangeşeya terorê biryara zîndanîkirina Mizraklî da.
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, 19'ê Tebaxê li ser şaredariyên bajarên mezin yên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê qeyum danîbû û her sê şaredarên HDPê ji kar dûrxistibûn.
Wezareta Navxeyî heta niha dest danî li ser 12 şaredariyên HDPê û şûna wan qeyum danîne.
S. B