Erdogan: Me bi Putîn re têgihîştineke dîrokî girê da

Erdogan: Me bi Putîn re têgihîştineke dîrokî girê da

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê piştî ragehandina agirbesta operasyona li ser Rojavayê Kurdistanê serdana Rûsyayê kir û li bajarê Soçî bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn re civiya.

Herdu aliyan piştî civîna 6 demjimêran, bi rêkeftineke deh xalî derketin pêşberî rojnamevanan û dan xuyakirin gihîştine encamên dîrokî.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan careke din ragihand, ew bibiryar in 2 milyon penaberan vegerînin herêma ewle ku dixwazin bi operasyonê ava bikin.

Erdogan tekez kir jî, wî bi Putin re li ser têgihîştineke dîrokî bo jinavbirina terorê, gerentîkirina parastina yekperçeyîya xaka Sûriyê û vegera penaberan lihev kirine.

Erdogan got: "Li devera ewle emê destpêkê yek mîlyon, piştre jî mîlyoneke din penaberan bicîh bikin. Me planên xwe bi aliyên pêwendîdar re parve kirine. Bi piştevanî û alîkariya civaka navnetewî emê vê plana girîng cîbicî bikin. Emê bi hevkarên xwe yên Rûsî re kar bikin û projeyên vegera penaberan bicîh bikin."

 

S. B