Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li balyozê Birîtanîya li Îraqê
Evro, Çarşembîyê, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Balyozê Birîtanîya li Îraqê. Di dîdarê de ku Ceymis Sorintin, Konsulê giştîyê Birîtanîyayê li Hewlêrê amade bû, gotûbêj derbarê dawîn guhetitinên Îraq û deverê hatin kirin.
K24- Hewlêr
Evro, Çarşembîyê, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Balyozê Birîtanîya li Îraqê. Di dîdarê de ku Ceymis Sorintin, Konsulê giştîyê Birîtanîyayê li Hewlêrê amade bû, gotûbêj derbarê dawîn guhetitinên Îraq û deverê hatin kirin.
Balyozê Birîtanîya amaje bi wê yekê kir ku bi mebesta malavaîkirinê hatîye û di çend rojên dahatî de erkên wî li Îraqê bi dawî dihêt û Li Dewhe ya Qeterê wek balyozê nû yê Birîtanîya dest bu kar dibe.
Balyoz Wîlîks bi serokê hikumetê re ragehand: Me bawerî bi serkirdatîya hewe heye ku Herêma Kurdistanê ber bi pêşve bibe û stayîşa pêngavên hewe yên çaksazîyê dikîn ku di hikumeta Herêma Kurdistanê de encam didin.
Balyozê Birîtanîyayê, herweha supasîya Herêma Kurdistanê kir bo pêşwazîkirinê li penaberan nemaze jî ewên bi sedema girijbûna rewşa bakura rojhelata Suriyê bi hezaran ber bi Herêma Kurdistanê ve hatine û hev nerîn jî bû, ku pêwîste civaka nêvdewletî alîkarîya Kurdistanê bike di vî warî de.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, ji bilî supaskirina balyozê Birîtanîyayê, hêvî jî xwazt di erkê xwe yê nû de serkevtî be. Amaje bi piroset ya gotûbêjan di navbera Herêma Kurdistan û hikumeta Îraq a Fedral de û got: Me çend pêşnîyaz pêşkeş kirîye bo çareserkirina arîşeyan û em li benda Bexdayê ne ku bi erênî bersiva daxwazîyên destûrî yên Herêma Kurdistanê bide.
Derbarê rewşa Suriyê jî herdû alî kok bûn li ser aramkirina rewşê û redkirina guhertina demografîya deverê, çunku dibe sedema girjî û alozîyên zêdetir li deverê.
.jpg)