HSDyê, xwe ji çend deverên din vekişnad

Hêzên Suriya Demokrat (HSD) ji Dirbêsîyê û Amoda li Rojavaya Kurdistanê xwe vekişan.

K24- Hewlêr

Hêzên Suriya Demokrat (HSD) ji Dirbêsîyê û Amoda li Rojavaya Kurdistanê xwe vekişan.

Riwangeha Suriyê bo Mafên Mirovî ragehand: HSD dest kirîye bi vekişandina hêzên xwe ji çend xalên di navbera Dirbêsîyê û Amûde de li gundên derdora parêzgeha Hesekeyê.

Amaje bi wê yekê jî kirîye ku şeva burî şer çê bû di navbera HSD û girûpên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Eyîn Îsa û gundên Tel Temir.

Piştî hêrişên Tirkiyê bo ser rojavya Kurdistanê ku li 9ê evê mehê destpêkir, rêkkevtin di navbera Emerîka û Tirkiyê de hat encamdan bo xwe vekişandina şervanên HSDyê ji çend deverên Rojava ya Kurdistanê.