Jin û zarokên DAIŞê yên ji kampê reviyane hatin girtin

Hejmarek ji jin û zarokên DAIŞê hewl dan ji kampa Holê ya Hesekê birevin, lê hatin girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmarek ji jin û zarokên DAIŞê hewl dan ji kampa Holê ya Hesekê birevin, lê hatin girtin

Komeke jinên DAIŞê ku ji 5 jinan pêk tê û bi wan re 18 zarokên çekdarên DAIŞê hene, duh derengê şevê hewl dan ji kampa Holê ya Hesekê birevin û ber bi xaka Iraqê ve biçin, lê Hêzên Ewlekariya Hundrîn ên di kampê de ew girtin.

Hat ragihandin, jin û zarokên DAIŞê yên biyanî (Almanî, Tirkî û Ozpekî) kunek di dîwarê kampê re vekir û hewl dan ber bi sînorê Iraqê ve bimeşin, lê hewldana wan vala hate derxistin û hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di 20`ê Cotmehê de hewldanên 32 jinên DAIŞê ku dixwestin ji kampê birevin, vala derxistin.

Beriya wê jî 19`ê Cotmehê hewldanên 14 jinên DAIŞ`ê û bi wan re 21 zarokên çekdarên DAIŞê ji dewletên cuda, vala derxistin.

Di kampa Holê ya 45 K.M li rojhilatê Hesekê de bêtir ji 71 hezar kesî bicî dibin, bêtir ji 10 hezar ji wan, jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên biyanî ne.

 

S. B