HSD: Piştî çareseriya siyasî, amade ne tevlî artêşa Sûriyê bibin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, piştî çareseriya siyasî, HSD amade ye tevlî artêşa Sûriyê bibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, piştî çareseriya siyasî, HSD amade ye tevlî artêşa Sûriyê bibe.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ji ajansa “Novisti” re ragihand, ew her dem ligel çareseriya siyasî ne, ku bi riya wê hemû gelê Sûriyê lehev bê. Piştre artêşa Sûriyê çi biryarê bide, ew amade ne bicih bikin.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê tekez kir, şervan HSDê 32 K.M ji sînorê bi Tirkiyê re vekişiyane.
Mistefa Balî ragihand jî, divê Rûsya ji ber ku giraniya siyasî û ya leşkerî ya Rûsyayê li navçê heye, hemû karînên xwe bikar bîne, ji bo krîza Sûriyê çareser bike.
Ev daxuyaniya Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê di demekê de ye, di çarçova rêkeftina Serokê Rûsya û Serokomarê Tirkiyê de, îro hêzeke ji Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê gihîşt bajarê Qamişlo.
S. B