Serok Barzanî serxweşiyê li malbat û hevalên Ebdilhemîd Derwîş dike
Bi boneya koça dawiyê ya Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdilhemîd Derwîş, Serok Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbat, hevxebat û hevalên wî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi boneya koça dawiyê ya Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdilhemîd Derwîş, Serok Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbat, hevxebat û hevalên wî kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got, bi mixabinî nûçeya koça dawiyê ya Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdilhemîd Derwîş gihîşt me.
Di beşeke din peyamê de Serok Barzanî dibêje: Di vê boneya xemgîn de, pirse û serxweşiyê arasteyî malbat, hevxebat û hevalên xwedê jê razî dikin û xwe bi hevbeşê xemên wan dizanim.
Herwiha Serok Barzanî di peyama xwe de got: Ji xwedêyê mezin dixwaz dikin giyanê kak Ebdilhemîd Derwîş bixe ber dilovaniya xwe û dilniyayê bide her aliyekî.
Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdilhemîd Derwîş îro di temenê 89 saliyê de li bajarê Qamişlo koça dawîyê kir.
Derwêş yek ji kevintirîn siyasetvanên Rojavaya Kurdistanê bû û yek ji damezrênerê yekem partiya Kurdî li Sûriyê Partiya Demokrat a Kurdistanê di sala 1957 de bû.
S. B