Serdozgeriya Diyarbekirê doz li du parlamenterên HDPê vekir
Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekrê, di derbarê 2 Parlamenterên HDPê de, lêpirsîn da destpê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekrê, di derbarê 2 Parlamenterên HDPê de, lêpirsîn da destpê kirin.
Dozgerê Komarî, bi henceta bêrêzî li hember Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan kirine, di derbarê Parlamenterên Diyarbekirê yên HDP Remziye Tosun û Salîha Aydeniz de doz vekir.
Dozger Komarî da xuyakirin, wan herdu parlamenteran di derbarê Serokomar Recep Tayîp Erdogan de bêrêzî kirine.
Li Enqerê jî, di derbarê 30 Endamên Navendî yên CHPê de, bi henceta bêrêzî li hember Erdogan kirine, doz hatiye vekirin û di 31ê Cotmehê de, dê biçin dadgehê.
S. B