Qamişlo..malbatên Şehîdan mizgînîya kuştina Bexdadî digehînin gorrên xweştivîyên xwe
Kuştina Ebûbekir Bexdadî bo xelkê Rojavaya Kurdistanê, ku 11 hezar şehîd hene, xweştirîn nûçe bû, nemaze jî bo malbatên şehîdên şerê dijî Daişê.
K24- Hewlêr
Kuştina Ebûbekir Bexdadî bo xelkê Rojavaya Kurdistanê, ku 11 hezar şehîd hene, xweştirîn nûçe bû, nemaze jî bo malbatên şehîdên şerê dijî Daişê.
Pişkek mezin ji kesûkarên şehîdên şerê dijî Daişê li Rojavaya Kurdistanê, bi bone ya kuştina serkirdeyê wê rêkxistîyê, seredana gurên şehîdên xwe kirin û bi helkirin a şemalan û danana qeftên gulan, mizgînîya kuştina serkirdeyê mezinê rêkxistîya teroristîya cîhanê gehandin şehîdên xwe.