Hevpeymanîya Nêvdewletî stayîşa civata asayîşa Herêmê dike di berengarbûna terorê de
Konolêl Maylz Keyngiz, gotebêjê Hevpeyamanîya Nêvdewletî li bajaê Hewlêrê di konfiranseke rojnamevanî de ragehand: Em weku Hepeyman li Îraqê dimînîn û stayîşa Civata Asyîşa Herêma Kurdistanê qehremanîya hêza Pêşmerge kir.
K24- Hewlêr
Konolêl Maylz Keyngiz, gotebêjê Hevpeyamanîya Nêvdewletî li bajaê Hewlêrê di konfiranseke rojnamevanî de ragehand: Em weku Hepeyman li Îraqê dimînîn û stayîşa Civata Asyîşa Herêma Kurdistanê qehremanîya hêza Pêşmerge kir.
Keyngiz got: Dema Daişê xwazt bihên Kurdistanê ew rûbirûyê Pêşmergeyên qehreman bûn. Her di evê avahîyê de, ku vir avahîya Civata asayîşa Herêma Kurdistanê ye roleke berçav hebû li berengarbûna Daişê.
Ragehand jî: Di dema ku Pêşmergeyên qehreman ji Mûsil nêzîk dibûn, em bi hev re karîn hemû şîyanên Daişê ji nav bibîn bi awayekê ku nekare careke din hêriş bike.amaje bi wê yekê jî kir, ku di dema cengê diî Daişê de, nêzîkî dû hezar Pêşmergeh şehîd bûn û nêzîkî 10 hezar jî birîndar bûn.
Di stayîşa rola Pêşmerge de got: ev wan zelam û jinan divegire ku bi yekgirtî axa Kurdistanê paraztin û ala we jî rengê kesk û sor têde ye, sor çevengê xwîna şehîdane ku xwe kirin qurbanî û ew qurbanî jî hêvîya vegeranê ye bo wê keskîya ku watayê jîyanê dide.
Tekez jî kir, Hevpeyamanîya Nêvdewletî, ti caran evê qurbanîdanê ji bîr nake. Dîrok jî wê yekê nîşan dide ku Pêşmerge yekm hêz bû rûbirûyê Daişê bû. Em dizanîn ku hêz şane yên nivistîyên Daişê ji Îraqê mane li deverên başûr.
Aşkera jî kir, hêzên Hevpeyamanan li vir berdewam dine li piştîvanîkirina hevpeyamanên xwe li Îraqê, nemze jî ew hêzên li jêr fera hêza Pêşmerge û wezareta navxweyî de ne. Pêşmerge jî berdewam dibe di encamdana çaksazîyê de daku zêdetir yekgirtî be.
Pirsyar jî kir, hun dizanin ku 25% ji hevpeyamanan li Kurdistanê operasyonan birêve dibin, ku welatên Firansa, Birîtanîya, Elmanîya, Emerîka, Siwêd, Holenda… çendên din jî pişikdarin.
Behsa jinên Pêşmerge jî kir û ragehand, li bingeha Bineslawe, Pêşmergeyên jin, rahînan û meşqeke 7 heftî bi serkvtî encamdan. Ew hatin fêrkirin ka çawa çekên pêşkevtî bikar bihînin. Ew hatin fêrkirin ka çawa şerên tax bi tax bikin û di dema cengê de xizmetguzarîyên berahîyê pêşkêş bikin. Rawjakar ser surmayî mane ji şîyana Pêşmerge.