Pêntagon: Divêt petrola Suriyê di destê HSDyê de be
Emerîka ragahend, rê nadîn artêşa Suriyê û Rûsya destdagirin bi ser bîyavên petrolê re ku dikevin jêr desthelata Hêzên Suriya Demokrat (HSD).
K24- Hewlêr
Emerîka ragahend, rê nadîn artêşa Suriyê û Rûsya destdagirin bi ser bîyavên petrolê re ku dikevin jêr desthelata Hêzên Suriya Demokrat (HSD).
Wezêrê berevanîya Emerîkayê, Mark Êsper, di konfiranseke rojnamevanî de ku duhî êvarê encam da got: Emerîka parêzvanîyê ji bîyavên petrolî yên bakûra rojhelata Suriyê dike.
Got jî: Emerêka di wê devera sitratîcî dê mîne, daku destê Daişê negehe bîyavên petrolê û bi hemû şîyanên xwe berengarî hemû wan alîyan dibîn ewên metirsîyê durist dikin bp ser asayîşa serbazîya emerîkayê li wê deverê.
Derbarê vegerana supa Suriya û Rusiya bo deverên bîayavên petrolê, wezîrê berevanîya Emerîkayê got: belê rê nadîn wan jî bihên wê deverê.
Êsper aşkera jî kir: Hêzên HSDyê pişta xwe bi dahata petrolê girê didin bo dabînkirina mûçeyên şervananên xwe û hemû ewên ku pasewanîya çekdarên girtîyên Daişê dikin.
Herweha got: Dixwazim tekez bikim ku pêwîste HSDyê ew çavkanî li ber destên wan bin daku bikarin hêzên xwe çekdar bike û paswanîya zîndanan bike û hevkarîya me jî bike di têkşikandina Daişê, lew paraztina bîrên petrolê erkê me ye.