Mesrûr Barzanî: Efsaneya DAIŞê bi destê Pêşmerge hat şikandin
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serperiştiya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokê Hihûmetê Qubad Talebanî civiya.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serperiştiya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokê Hihûmetê Qubad Talebanî civiya.
Di civînê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi bûyera kuştina rêberê rêxistina terorê (DAIŞ) Ebûbekir Bexdadî kir û got, rast e kuştina Bexdadî gelekî girîng e, lê ev nayê wê wateyê ku DAIŞ û teror bidawî hatiye. Belkû hîna metirsiya DAIŞê li ser xelkê gelek navçeyên Iraqê cidî ye. Herwiha got jî, efsaneya DAIŞê li ser destê Pêşmerge hat şikandin, ku bû sedem ku DAIŞ li Sûriyê jî li ser destê Kurd nemîne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ronahî xiste ser dawî pêşhatên Iraqê û ragihand, têkçûna rewşa Iraqê, ne di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî de ye. Got jî: Em bi daxwazên rewa û aştîxwaz yên xwepêşandaran re ne, lê li dijî bikaranîna tundûtûjiyê ji aliyekî ve ne. Piştevaniyê li Serokwezîr Adil Ebdilmehdî dikin, bo encama çaksaziyê û pêşkêşkirina xizmetguzaran.
Herwiha got jî: Ti guhartinên li derveyî rêyên destûrî û yasayî napejirînin û li dijî her hewlekê bo kêmkirin û destkarîkirina di mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de ne. Rê nadin ti guhartinek di mafên destûrî yên Iraqê de rû bide, ku li dijî maf û daxwazên xelkê Kurdistanê û qewareya Herêma Kurdistanê be. Daxwaz ji hemû hêz û aliyên Kurdistanî dikin, ji bo berevanîkirina li mafên me yên destûrî, yekrêz û yekdeng bin.
Piştre Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed raportek derbarê plana hawarhatina mirovî bo piştevanîkirina li pêla nû ya koçberên Sûriyê bo Herêma Kurdistanê û dabînkirina xistmetguzariyan pêşkêş kir. Herwiha ji îro ve jî Encûmena Wezîran pêşniyaza Wezîrê Navxwe bo dirustkirina sindoqeke herdemî ya hawarhatina mirovî li Herêma Kurdistanê pesend kir, ji bo handana Hikûmeta Federal, ajansên Netewên Yekgirtî, aliyên xwebexş, rêxistinên mirovî, kompanyayên kartên taybet, navxwe û dever beşdariyê di wê sindoqê de bikin.
Birgeya duyem a civînê, pêşkêşkirina dawî pêngavên amadekirina karnameya çar salên wezaretê û deste û aliyên negirêdayî bi wezaretan bû, di çarçova hêlên giştî ya karnemaya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser amadekirina projeyasaya çaksazî û pejirandina wê kir, bi armanca şandina wê bo Parlemana Kurdistanê, ku yek ji karên pêşîne yên hêlên giştî yên hikûmetê ye.
Piştre Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyan, pêşniyaza serastkirina yekem rêbaza navxwe ya Encûmenên Şaredariyan li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir. Encûmena Wezîran jî ew pêşniyaz pejirand.
S. B