Nexweşxaneya Til Temirê daxwaza derman û alavên tendirustiyê dike
Rojane birîndar digihin nexweşxaneya Til Temirê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Nexweşxaneya Til Temirê ku ji destpêka êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê ve, rojan e bi dehan welatiyên birîndar tê de dihatin çareserkirin, niha pirsgirêka kêmiya dermanan û pêdiviyên tendirustiyê hene. Bizîşkekî wê nexweşxanê dibêje, piştî agirbestê, givaşên li ser wan kêm bûne, lê ji ber nêzîkbûna wan ji navçeyên şer, bi berdewam birîndar digihin nexweşxaneya Til Temirê.