HSDê amara şerê 24 demjimêran dawî ragihand
Navenda Ragihandina HSDê ragihand, di roja 21emîn a êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê de 75 çekdar û leşkerên Tirkiyê hatin kuştin, bi kêmanî jî 20 çekdar birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Navenda Ragihandina HSDê ragihand, di roja 21emîn a êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê de 75 çekdar û leşkerên Tirkiyê hatin kuştin, bi kêmanî jî 20 çekdar birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê encamê roja 21emîn a şer û pevçûnên di navbera HSD û artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve ragihand.
HSDê di daxuyaniya xwe de da zanîn, di çarçoveya rêkeftina di navbera aliyên pêwendîdar de HSDê hêzên xwe ji navçeyên sînorî vekişand, lê tevî rêkeftinê jî artêşa Tirkiyê û çekdarên wê ve êrîşên xwe berdewam dikin.
Li Dirbêsiyê, artêşa Tirkiyê û çekdarên wê ve bi çekên giran êrîşî ser gundê Eyn El-Hewa kir û di encama bersivdana şervanên HSDê de herî kêm 6 çekdar hatin kuştin û zêdetir ji 20 çekdar jî birîndar bûn.
Li Til Temir û Serê Kaniyê, êrîş li ser gundên Erîşa, Salihiyê û Ebd El Selam hat kirin û hejmarek ji çekdaran hatin kuştin û birîndarkirin.
Li Girê Spî û Eyn Îsa jî, li gundên Qizalî, Gor Kîha û Evdikê hêzên HSDê bersiv dan êrîşên çekdaran û li herêmê şer derket. Di encamê de herî kêm 15 çekdar hatin kuştin û gelek ji wan birîndar bûn.
Di şerê roja 21emîn de bi giştî 75 çete û leşkerên dagirker hatin kuştin, bi kêmanî 20 çete brîndar bûn. Herwiha 6 şervanên HSDê canê xwe jidest dan.
S. B