Sibe yekemîn gera hevbeş a Rûsî-Tirkî tê endamdan

Polîsên leşkerî yên Rûsya û Artêşa Tirkiyê, li Dergehê Dirbêsiyê civiyan û sibe yekemîn gera hevbeş a Rûsî -Tirkî tê encamdan

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîsên leşkerî yên Rûsya û Artêşa Tirkiyê, li Dergehê Dirbêsiyê civiyan û sibe yekemîn gera hevbeş a Rûsî -Tirkî tê encamdan.

Di çarçoveya  rêkeftina Rûsya û Tirkiye derbarê sînorê bakurê rojhilatê Sûriyê ligel Tirkiyê, îro polîsê leşkerî yê Rûsya, ligel Artêşa Tirkiyê li dergehê bajarê Dirbêsiyê yê sînorî civiyan. Hêza polîsên Rûsî, ji firokxane ya Qamişlo derket û ligor zanyariyan  civîna wan yek demjimêrê jî dirêj kiriye.

Herwiha hat zanîn, ku ew civîn  ji bo çawaniya encamdan a gera hevbeş a di navbera her du aliyan de bû ye, ku dê sibe birêve biçe.

 

 

C.B