Lavrov: Pêwîste pirsa Kurd nebe sedema zdebûna gêleşokên deverê

Hikumeta Rûsyayê ragehand: Pêwîste pirsa Kurd li Suriyayê nebe sedema zêdebûna gêleşokên deverê.

K24- Hewlêr

 Hikumeta Rûsyayê ragehand: Pêwîste pirsa Kurd li Suriyayê nebe sedema zêdebûna gêleşokên deverê.

Wezîrê derveyê Rûsyayê, Sêrgî Lavrov, di dîdarekê de li gel kenal a Rûsya 24 ragehand: Kurd li Îran û Îraqê dijîn, pişkeke mizin jî wan li Tirkiyê ne, ti kes naxwaze dever ber bi teqînê ve bihere bi sedema pirsa Kurd û ti kes jî naxwaze Kurd hest bikin ku hevwelatîyên pile dû ne di welatên xwe de.

Wezîrê derveyê Rûsyayê xuya jî kir: Nabe pirs Kurd bihêt feramoşkirin, ev pirseke xwe ji kirîza Suriyayê derbaz kirîye.