Ger a hevbeş a Rûsya-Tirkiye hate encamdan
Hêzên Artêşa Rusyayê û Tirkiyê, di nav xaka rojavayê Kurdistanê de, gerên ewlekariyê yên hevbeş dan destpê kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Artêşa Rusyayê û Tirkiyê, di nav xaka rojavayê Kurdistanê de, gerên ewlekariyê yên hevbeş dan destpê kirin.
Liser sinorê rojavayê Kurdistanê, hêzên artêşa Rusya û Tirkiyê, li gor rêkeftina Soçî, dest bi gerên xwe yên hevbeş kirin.
Trimbêlên leşkerî liser sinorê rojavayê Kurdistanê, ku ji navçeya Qoser a Merdinê derbasî Binxetê bûn û ligel trimbêlên leşkerî yên Rusî, dest bi geran kirin.
Hêzên Artêşa Rusya û Tirkiyê, dinav sinorên navçeya Dirbesiyê ya Rojavayê Kurdistanê, gerên xwe encam dan.
Liser sinoran, hejmarek ragihandinên cîhanê, vê gera leşkerên Rusya û Tirkiyê, di nav xaka rojavayê Kurdistanê de dişopînin.
C.B