Li Akrê hejmarek projeyên veberhênanê ji nû ve dest pê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî bicihanîna projeyên nû yên xizmetguzarî û veberhênanê li deverên cuda yên Kurdistanê, kar li ser temamkirina bi dehan projeyên rawestayî yên kabîneyên berê jî didomîne. Di vê çarçoveyê de, li qezaya Akrê piştî 15 salan ji nû ve dest bi temamkirina beşek ji projeyên veberhênanê hat kirin.
Serokê Şaredariya Akrê Bilind Reza îro 7ê Cotmeha 2026an di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, ji sala 2011an ve biryara cîbicîkirina 23 projeyên veberhênanê li sînorê Akrê li ser rûberê hezar û 900 donim erd hatibû dayîn, lê heta niha tenê çar proje hatine cîbicîkirin.
Bilind Reza diyar kir: "Ew çar projeyên hatine temamkirin projeyên biçûk bûn ku li ser rûberê kêmtirî 10 doniman hatine çêkirin. Hemû jî di serdema Kabîneya Nehem a hikûmetê de qediyane ku ji molekê, nexweşxaneyekê û du projeyên bazirganî pêk tên."
Derbarê 19 projeyên din de, Serokê Şaredariya Akrê da zanîn, kar di sê projeyên wan de ji nû ve dest pê kiriye û ew gihîştine qonaxa dawî. Herwiha 16 projeyên din jî wekî xwe mane; beşek ji wan tenê kevirê bingehîn jê re hatiye danîn û beşek jî bi rêjeyên cuda kar li ser wan hatiye kirin.
Serokê Şaredariyê herwiha destnîşan kir, wan daxwaz kiriye kîjan veberhêner nikaribe yan nexwaze projeya xwe temam bike, proje jê were wergirtin û radestî veberhênerekî din bê kirin, daku derfetên xizmetguzarî û geşepêdanê li Akrê ji dest neçin.