Mesrûr Barzanî pîrozbahîyê li xelkê Silêmanîyê û Sine dike

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, pîrozbahîyê li rewşenbîr û filîvan û rûnişvanên Silêmanîyê û Sine dike bi boneya destnîşankirina van dû bajaran wek bajarên filîvan ji alîyê Yonsikoyê ve.

K24- Hewlêr

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê , Mesrûr Barzanî, di peyameke pîrozbahîyê de, nivîsîye: Bi boneya destnîşankirina herdû bajarên Silêmanîyê û Sine, wek dû bajarên filîvan di warê tore (wêje)  û mûzîkê de ji alîyê Yonsko ve, pîrozbahîyeke gerim li rewşenbîr û  filîvan û rûnişvanê herdû bajarên xweştivî, Silêmanîyê û Sine û parêzgarên wan dikim.

Mesrûr Barzanî, hêvî dixwaze, ev destkevt bibe henderek pêşvebirina zêdetir di warê tore û huner de û bizava çandinê li Herêma Kurdistanê.

Ji alîyê Yonskoyê ve, bajarên Silêmanîyê û Sine li rojhelata Kurdistanê, li rêza 66 ji bajarên filîvan li ser asta cîhanê hatine destnîşankirin.

 Li gor ragehandina Yoniskoyê, bajarê Silêmanîyê bo filîvanîyê di warê toreyê de û bajarê Sine di warê mûzîkê de weku dû bajarên filîvan hatîne destnîşankirin.