Çavên birîndarên Rojavayê Kurdistanê li dermankirinê ne

Di encama êrîşa artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar li ser Rojavayê Kurdistanê bi sedan welatiyên sivîl birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama êrîşa artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar li ser Rojavayê Kurdistanê bi sedan welatiyên sivîl birîndar bûne, Delîl jî di êrîşeke artêşa Tirkiyê de ling û pişta wî birîndar bûye û niha gihîştiye kampa Berdereş a Herêma Kurdistanê û çavê wî li dermankirina birînên xwe ye, ta bikare careke din rabe ser xwe û jiyana xwe ya asayî bidomîne.