Qeyum bo şaredariya navçeyeke Wanê hate danîn
Li Navçeya Seravê ya bajarê Wan ku Hevseroka Şaredariyê jî nav de 15 Jin hatibûn girtin, qeyum bo wê şaredariyê hate danîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Navçeya Seravê ya bajarê Wan ku Hevseroka Şaredariyê jî nav de 15 jin hatibûn girtin, qeyum bo wê şaredariyê hate danîn.
Hevserokên HDPê yên navçeya Seravê Wanê ku di hilbijartinan de piraniya dengan bidest xistibûn û bûbûn hevserokên şaredariyê, bi fermana Wezîrê Navxweyî, Qeymeqamê wê wek qeyum hate erkdarkirin.
Hevşaredara HDPê ya navçeya Seravê Caziye Duman bi heceta ku li dijî êrişa Rojavayê Kurdistanê derketiye, ligel 15 jinên din ên siyasetmedar, Duhî hatibûn girtin.
Piştî hilbijartinên 31ê Adarê û heta niha 14 şaredarên HDPê ji kar hatine dûrxistin û di şûna wan de jî qeyum hatine danîn.
S. B