Serok Barzanî serxweşiyê li Selah Bedredîn dike

Serok Mesûd Barzanî ji boneya koça dawiyê ya hevjîna wî, peyameke serxweşiyê arasteyî siyasetmedarê Kurd Selah Bedredîn dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî ji boneya koça dawiyê ya hevjîna wî, peyameke serxweşiyê arasteyî siyasetmedarê Kurd Selah Bedredîn dike.

Serok Barzanî di peyama xwe de nivîsî: “Di vê boneya xemgîn de, serxweşiya xwe arasteyî we, malbat, kesûkar û dostên we dikim. Ji xwedê mezin daxwazkar im, sebr û aramiyê bide her aliyekî û xwedê jê razî di bihuşta xwe de şad bike.”

Duhî hevjîna siyasetmedarê diyar ê Rojavayê Kurdistanê Selah Bedredîn, Reca Mîqrî li nexweşxaneyeke Almanyayê koça dawiyê kiribû.  

 

S. B