Lavrov: Rêkeftina Soçî êrîşa Tirkiyê rawestand

Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigihîne, lihevkirina bajarê Socî ya di navbera Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, bû sedema rawestandina êrîşa Tirkiyê ser Sûriyê û xwînrijandinê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigihîne, lihevkirina bajarê Socî ya di navbera Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, bû sedema rawestandina êrîşa Tirkiyê ser Sûriyê û xwînrijandinê.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji kenaleke Rûsî re ragihand, bi lihevkirina Putîn û Erdogan, pêşketina Tirkiyê li Sûriyê û rijandina xwînê hat rawestandin.

Herwiha Lavrov got, piştî rêkeftina Socî, hêzên HSDê ji navçeyên sînorî vekişiyan û pasewanên sînor ên Sûriyê û Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê derbasî wan navçeyan bûn.

Roja 22ê Cotmeha 2019an Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li bajarê Soçî têgihîştineke îmze kiribû, li gor wê rêkeftinê jî hêzên HSD/YPGê 30 K.M ji sînor vekişiyan.

 

S. B