Serok Barzanî: Rewşa niha ya Iraqê, ji encama şaşitiyên 15 salan e
Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa niha ya Iraqê de peyamek belav kir û ragihand, pirsgirêkên Iraqê ji encama komkerên çend salên bûrî ye û sedema wê jî vedigere bicihnekirina destûrê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa niha ya Iraqê de peyamek belav kir û ragihand, pirsgirêkên Iraqê ji encama komkerên çend salên bûrî ye û sedema wê jî vedigere bicihnekirina destûrê.
Serok Barzanî di peyama xwe de nivîsiye: “Di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û nerazîbûn û xwepêşandana hemwelatiyan de, em gelek dilgiran in ji bo vê rewşa ku hatiye pêş û bi raya me ewê ku niha li holê rû daye, ne ya îro ye belkû encam û komkerên şaşiyên panzdeh salan e. Xelk êş û janeke zêde kişandiye û hemwelatî mafê xwe ye daxwaza xwe hebe û nerazî be. Ji bo wê yekê pêwîst e guh bidin daxwaziyên xelkê û bi tundûtûjî û xwînrêhtinê kêşe çareser nabin.”
Ragihand jî: “Ligel wê de jî yek ji giriftên mezin ên Iraqê bicîhnekirina destûrê ye. Heger destûr wekî xwe hatibûya bicîhkirin, gelek ji wan kêşeyan nedibûn, ku berê û niha jî hene. Ji aliyeke din ve sedema hûriya rewşa niha yasaya hilbijartine û ji bo nemana sedema giriftan, divê yasaya hilbijartinê bi awayekî bê guhertin ku encamên wê derbirê daxwaza rastîn û dadperweraneya hemû pêkhatan be.”
Di derbarê daxwaziyên li ser guherîna destûrê de, Serok Barzanî dibîje: “Bi raya min, nabe guherîna destûrê bê sepandin yan bi zorê bê û di heman deman de jî nabe guherîna destûr bibe sedema paşvekêşana ji prensîpên demokrasiyê û her wiha paşvekêşana ji mafên gelê Kurd û pêkhatên din. Bi piştrastiyê ve jî sîstema demokrasî zêdetir di berjewendiya xelkê Iraqê de ye neku dîktatorî û hemû guhertinek jî pêwîst e li çarçêweya yasa û mekanîzmên destûrê da be.”
S. B