Jinên Rojavaya Kurdistanê daxwaz aramî û akincîyê dikin

Awareyên Serê Kanîyê û Girê Sipî li Qamişlo bi kempîn, girav û çalakîyên hunerî dijî hêrişên Trikiyayê bo ser bajarên rojavaya Kurdistanê encam didin, jinan roleke berçav hene di van kemînan de û dibêjin heya bajarên wan aram û akincî nebin ew navegerin û di kemîna xwe de berdewam dibin.

K24- Qamişlo

Hemrîn Selah yeke ji jinên çalakvanên Rojavaya Kurdistanê, ji Heseke ve hatîye bo pişikdarîkirin di kempîn û giravê de li Qamişlo. Wê bi Kurdistan24 re got: Em li nv gel dibîn bo hevkarî û bilindkirina morala xelkê, Em wek jin pêşeng dibîn di hemû çalakî û qewşenan de.

Xelkê Girê Sipî û serê Kanîyê dibêjin: Heya girentî nebe bo paraztina canên wan, ew navegerin ser cihwarê xwe.

Zerga Kemal, jineka dîê ye, ji çalavanan û her roj pişikdarîyê di kempîn û qewşenan de dike dijî hêrişên Tirkiyayê. Ew dibje: Daxwazîya me ew mîlîşîyayên Sûriyayê yên ser bi Tirkiyayê ji bajarên bihên derxistin daku bikarîn vegerîn Serê Kanîyê.