Sêyemîn konfiransa salane ya Kongireya Neteweyî ya Kurd li Emerîkayê birêve çû

Bi pişikdarîya hejmareke kesatî û sîyasîyên Kurd û çend gongirêsmanekean sêyemîn konfiransa salane ya Kongireya Neteweyî ya Kurd li Emerîkayê birêve çû, ku têde rewşa Îraq û peywendîyên di navbera Kurdistan û Emerîkayê de gotûbêj li ser hate kirin. Herweha behsa dawîn pêşhatên vekişana Emerîkayê li Rojavaya Kurdistanê hat kirin. Nwênera hikumeta Herêma Kurdistanê li Waşitunê radigehîne, Ev konfiransên hanê giringin û delîveyeke zêdetir dide bo Lobîkirina Kurd li Emerîkayê.

K24- Waştiun

Yek ji serokên berê yê Kongireya Neteweyî amaje bi wê yekê dike ku damezirandina kongireyê, girêdayî rewşeka pir karesata Kurdistanê bû, ji wê demê ve heya niha endamên wê kongireyê bi hev re kar û xebatê dikin bo nasandina pirsa Kurd.

Kongire  bo dema dû rojan vekişa û li  jêr navê ayîndeya Kurdistanê di navbera delîve û milmilanêyan de hat encmadan. Gotarbêjan bi pêdagirî ve behsa xebata Kurd kirin ku bihên sazîkirin û di evê çarçoveyê de giringîyî bidin Xortan.