Grûpên çekdar kalemêrekî Efrînê eşkence didin
Li Efrînê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve li kalemêrekî didin û kesekî din jî direvînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Efrînê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve li kalemêrekî didin û kesekî din jî direvînin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, şeva 1ê Mijdarê li gundê Kanî Gewrikê çekdarên ji grûpa El Hemzat û Ceyş El Şerqiye avêtin ser mala kalemêrê 73 salî Silêman Hemko, li wî dan û piştre jî pere û kelûpelên mala wî dizîn.
Wê rêxistinê da zanîn jî, ji encama eşkencedana hovane li wî kalemêrî, ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin û rewşa wî ya tenduristî giran e û metirsî li ser jiyana wî heye.
Ji aliyekî din ve jî, wê rêxistina mafên mirovan belav kir, çekdarên Ceyş El Şerqiye welatiyê bi navê Ebdo Xename ji dukana wî ya li bajarokê Cindirêsê revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir.

S. B