Artêşa Tirkiyê tîmeke bijîşkî ya Amerîkî li Til Temirê topbaran kir

Artêşa Tirkiyê û çekdarên mîlîşyayên ser bi ve, karwaneke bijîşkî ya Amerîkî li gundewarê Til Temirê topbaran kir û 2 kes birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê û çekdarên mîlîşyayên ser bi ve, karwaneke bijîşkî ya Amerîkî li gundewarê Til Temirê topbaran kir û 2 kes birîndar bûn.

Peyamnêra K24ê li Qamişlo da zanîn, artêşa Tirkiyê karwaneke bijîşkî ya ser bi rêxistina “Free Burma Ranger” a Amerîkî li gundê Reşîdiyê yê Til Temirê topbaran kir û 2 endamên wê tîma bijîşkî birîndar bûne û birîna yekî jî giran e.

Herwiha peyamnêra me da zanîn, artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, ji vê sibê ve êrîşî gundên Serê Kaniyê û Til Temirê dikinh û şer û pevçûnên giran di navbera wan HSDê de rû didin.