Mesrûr Barzanî serperiştiya civîna komîta amadekirina projeyasaya çaksaziyê dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro serperiştiya civîna komîta amadekirina projeyasaya çaksaziyê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro serperiştiya civîna komîta amadekirina projeyasaya çaksaziyê kir.
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî amade bû, guftûgo derbarê rehendên giştî yên wê yasayê û taybetmendiyên wê yên yasayî û îdarî hatin kirin.
Tekezî li wê hate kirin, pêwîst e bilez projeyasaya çaksaziyê bê amadekirin, wek yek ji karên pêşîne yên karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji bo pesendkirinê jî bo Parlemana Kurdistanê bê şandin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir, çaksazî proseyeke gelekî girîng e û pêwîst e di zûtirîn dem de ew proje bê amadekirin û arasteyî Parlemana Kurdistanê bibe. Got jî: Divê dadperwerî tê de hebe û nabe ti kesekî xwedî maf jê bêpar bimîne, lê di heman demê de jî rê ji bo karên neyasayî û nerewa nayê dayîn.
Komîta amadekirina projeyasaya çaksaziyê wek beşeke girîng a hêlên giştî yên karnameya Kabîneya Nehem, bi biryara Encûmena Wezîran û bi serokatiya Wezîrê Dadê pêk hatiye.
S. B