Buldan: Ne maf kesî ye Kurd û pêkhateyên deverê sirgun bikin

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan da xuyakirin, desthilata Tirkiyê siyaseta xwe li ser neyartiya Kurdan ava kiriye û li hundir û derveyî Tirkiyê êrîşî Kurdan dike û demografiya herêmên wan diguhêre.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan da xuyakirin, desthilata Tirkiyê siyaseta xwe li ser neyartiya Kurdan ava kiriye û li hundir û derveyî Tirkiyê êrîşî Kurdan dike û demografiya herêmên wan diguhêre.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li kongreya HDP ya şaxa Stenbolê axivî û got: “Ne bi kuştin û mirinê, lê bi jiyan û jiyandinê her tişt mimkun e. Di şerê Efrînê û îro jî di şerê Rojavayê de, hewlên dagîrkerî û leşkerkêşî ne cihê qebûlkirinê ne. Di destpêka şer de em li dijî derketin û me got, divê her tişt, bi danûstandin, diyalog û rêyên siyasî were çareserkirin.”

Buldan got jî: “Ne Maf û hedê tu kesî ye ku Kurd û pêkhateyên deverê ji axa wan sirgun bikin, neçarî koçberiyê bikin. Gelên wê derê biryara xwe dê ew bixwe bidin, ewê dahatûya xwe bigrin gerantiyê.”

Herwiha Hevseroka HDPê amaje bi wê yekê da, “Li wê derê aştî û aramî hebû, lê êrîş kirin û hewl didin demografiya navçeyê biguherînin. Dixwazin cîhaneka bê Kurd ava bikin. Li ku derê Kurdek hebe, hewl didin ku henaseya wan biçikînin. Li hundir û derve weha dikin.”

Tekez kir jî, lê vê carê cîhan jî Kurd jî ne wek berê ne û di dawiyê de Tirkiye li cîhanê bi tenê hatiye hîştin û tu piştevaniyekê nabîne.

 

S. B