Li Efrîn dû hevwelatîyên Kurd hatin revandin
Li devera Mabata ya Efrînê, çekdarên opezisyona Sûriyayê dû hevwelatîyên Kurd revandin û beranber rizgarkirina wan daxwaza pereyan dikin.
K24- Hewlêr
Li devera Mabata ya Efrînê, çekdarên opezisyona Sûriyayê dû hevwelatîyên Kurd revandin û beranber rizgarkirina wan daxwaza pereyan dikin.
Riwangeha Sûriya ya mafên mirov belav kirîye, çekdarên opezisyona Sûriya li ser karên neyasayî li Efrînê berdewam in. amaje bi wê yekê jî kirîye, çekdarên Emşat dû hevwelatî yên Kurd ji gundê Mabata revandîne û li beranbera azadkirina wan daxwaza pereyan dikin ji kesûkarên wan revandîyan.
Di dema dagîkirina Efrînê, girûpên opezisyonê yên ser bi Tirkiyayê ve, bi sedan Kurd revandîne û beranbera azadkirina wan pere wergirtine.
Niha bi sedema hêrişa Trikiyayê bo ser Rojavaya Kurdistanê çend bajêrên din jî heman metirsîya wê çarenivîsê li ser in.