Îranê seredankirina Îranîyan bo mezarên Îraqê rawestand

Desthelatdarên Tehranê biryar dan seredankirina Îranîyan bo mezarên Şîeyan li Îraqê rawestîne bi sedema rewşa navxweyî ya Îraqê ku ji encama xwenîşandan çêbû ye.

K24- Hewlêr

Desthelatdarên Tehranê biryar dan seredankirina Îranîyan bo mezarên Şîeyan li Îraqê rawestîne bi sedema rewşa navxweyî ya Îraqê ku ji encama xwenîşandan çêbû ye.

Telefizyona Fermî ya Îranê ji zardevê çavkanîyeke nêzîk ji raberê balaya şorişa Îranê, Elî Maneyî belav kirîye, ku bi serdema rewşa ewlehîya Îraqê seredankirina Îranîyan bo Îraqê guncayî nîye.

Ji alîyek dî ve, derbarê berdewamîya xwenîşandanan li Îraqê, Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê ragehandîye, bi sedema xwenîşandan pesindkirina budceyê gîro bûye û bi milyaran Dolar jî zîyan gihaye Îraqê.

Daxwaz jî dike dawî bi xwenîşandanan bihêt û rewşa welat bihêt aramkirin.