Berhem Salih seredana Hewlêrê dike
Evro Berhem Salih, serok komarê Îraqê seredana Hewlêrê dike û li gel berpirsên Herêma Kurdistanê û alîyên sîyasî rewşa niha ya Îraqê û pêşhatên nû gengeşe dike.
K24- Hewlêr
Evro Berhem Salih, serok komarê Îraqê seredana Hewlêrê dike û li gel berpirsên Herêma Kurdistanê û alîyên sîyasî rewşa niha ya Îraqê û pêşhatên nû gengeşe dike.
Çavkanîyeke haydar bi Kurdistan24 ragahand: Armanc ji seredana Berhem Salih, gotûbêjkirine li gel berpirsên bilindên Herêma Kurdistanê û alîyên sîyasî derbarê rewşa niha ya Îraqê û reftarkirina Kurd li gel evê rewşa niha li Îraqê heye.
Got jî: Berhem Salih û her sê serokatîyên Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Îraqê dicivin.
Wî çavkanî ragehandîye jî: Sybe, Sêşembîyê, civîn di navbera serok komarê Îraqê û alîyên sîyasî li Hewlêrê dihêt encamdan û danûstandan dihên kirin ka Kurd çawa reftarê li gel pêşhatên niha yên Îraqê bikin