Karwaneke serbazîya Emerîkayê ji Rojava vekişya

Karwaneke hêzên serbazîyê Emerîkayê ji bajarê Kobanê li Rojavaya Kurdistanê xwe vekişand û li gor zanyarîyên nûçegehana Kurdista24 li bajarê Qamişloyê, hêzeke Emerîkayê ber bi Herêma Kurdistanê xwe vekişand.

K24- Qamişlo

Nûçegehanê Kurdistan24ê got: Hêzên Emerîkayê bi Qamişlo re ber bi Herêma Kurdistanê vegerîyane û berî çend rojan jî, her ew karwan bû ber bi Rojavaya Kurdistanê ve çû bû û xelikê deverê bi vegerana wan dilxweş bibûn.

Li gor zanîyarîyan, ew hêza serbazî ji gundewarê Kobanê  ve vegerîyan û rasteras ber bi Herêma Kurdistanê ve çûne.

Vegerîyana wê karwana serbazî, piştî wê yekê dihêt ku Emerîkayê çend otombêlên serbazî û barhelgirên vala şandibûn Rojavaya Kurdistanê daku keriste û kelûpelên xwe yên serbazî vegerînin.

Hevdem roja Yekşembîya hat ragehandin, karwaneke serbazîya Emerîkayê hevrûşç hêrişeke çekdarên dûvelankên Tirkiyê bûye û bê ku ti zîyan bi wan bikeve ew karwan ji deverê vekişîyane.