Li Serê Kaniyê 2 welatiyên sivîl di teqînekê de şehîd bûn
Di encama teqîna mîneke vedayî li gundewarê Serê Kaniyê de, 2 welatiyên sivîl şehîd bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama teqîna mîneke vedayî li gundewarê Serê Kaniyê de, 2 welatiyên sivîl şehîd bûn.
Ajansa “SANA” ya Sûrî belav kir, li gundê Rîhaniyê yê Serê Kaniyê mîneke ku ji aliyê çekdarên mîlîşyayan ve hatibû vedan teqiya û di encamê de 2 welatiyên sivîl şehîd bûn.
Herwiha duhî jî li gundê Um El Esafîr yê ser bi Serê Kaniyê ve, mînek ku ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatibû vedan teqiya û di encamê de 4 welatiyên sivîl şehîd bûn.
Li ser teqîna mîn û otombîlên bombekirî, duhî Peyvdarê HSDê Gabriyêl Kîno di daxuyaniyekê de ragihand, ku Tirkiye di ber encamdana teqînan de berperisyar e.
Peyvdarê HSDê da zanîn jî, armanca Tirkiyê ji encamdana teqînan ew e, xelkê sivîl koçber bibe û malbatên çekdarên biyanî li şûna wan bicih bike û plana guhartina demografê bibe serî.
S. B