Leşkerekî Amerîkî bo K24ê: Aramiya herêmê diparêzin
Îro hêzeke Amerîkî gereke çavdêriyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê encam da û leşkerekî Amerîkî ji K24ê re diyar kir, ewê bi gerên xwe berdewam bin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro hêzeke Amerîkî gereke çavdêriyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê encam da û leşkerekî Amerîkî ji K24ê re diyar kir, ewê bi gerên xwe berdewam bin.
Peyamnêrê K24ê Ekrem Salih da zanîn, îro hêzeke Amerîkî ku ji 4 otombîlên leşkerî pêk dihat, ji rojhilatê Qamişlo û heta Tirbesipiyê, Girkê Legê û Dêrikê dest bi gereke çavdêriyê dike.
Leşkerê Amerîkî li Girkê Legê dema di gera çavdêriyê de bû taybet ji K24ê re got: “Emê bi gerên xwe li ser sînor berdewam bin û hevhanegiyê bi hemû aliyan re dikin, ji bo jiyana wan bê parastin û ti pirsgirêk rû nedin. Em li vir şer bi ti aliyekî re nakin. Em li vir ji bo aramiyê biparêzin”
Serokê Amerîka Donald di dawî daxuyaniyên xwe de ragihandibû, ewê beşek ji leşkerên xwe bo parastina kêlgehên petrolê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bihêle.
Duhî jî, hêzeke leşkerî ya Amerîkî ku 4 otombîlan leşkerî pêk dihat, gihîşt bajarê Qamişlo û derbasî baregeheke YPGê bûbûn.
S. B