Hêzeke Amerîkî li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê gereke çavdêriyê dike

Peyamnêra K24ê Lava Es'ed da zanîn, îro hêzeke Amerîkî ku ji 3 otombîlên leşkerî pêk dihat, li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ji bajarokê Girkê Legê û heta Eyn Dîwarê dest bi gereke çavdêriyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêra K24ê Lava Es'ed da zanîn, îro hêzeke Amerîkî ku ji 3 otombîlên leşkerî pêk dihat, li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ji bajarokê Girkê Legê û heta Eyn Dîwerê dest bi gereke çavdêriyê dike.

Ev yek de demekê de ye, duhî jî hêzeke Amerîkî ku ji 4 otombîlên leşkerî pêk dihat, ji rojhilatê Qamişlo û heta Tirbesipiyê, Girkê Legê û Dêrikê dest bi gereke çavdêriyê kiribûn.

Leşkerê Amerîkî dema di gera çavdêriyê de bû taybet ji K24ê re gotibû: “Emê bi gerên xwe li ser sînor berdewam bin û hevhanegiyê bi hemû aliyan re dikin, ji bo jiyana wan bê parastin û ti pirsgirêk rû nedin. Em li vir şer bi ti aliyekî re nakin. Em li vir ji bo aramiyê biparêzin”

Ligel ku îro beşek ji hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê vekişiyabû, lê Serokê Amerîka Donald berî çend rojan ragihandibû, ewê beşek ji leşkerên xwe bo parastina kêlgehên petrolê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bihêle.

 

 

S, B