Firokeyên Tirkiyê baregeheke YBŞê li Şingalê bombebaran kir
Firokeyên şer ên Tirkiyê îro baregeheke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) li nêzîkî Şingalê bombebaran kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên şer ên Tirkiyê îro baregeheke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) li nêzîkî Şingalê bombebaran kir.
Peyamnêrê K24ê li Şingalê da zanîn, hejmarek ji girokeyên şer yên Tirkiyê baregeheke YBŞê li komelgeha Xanesorê ya li qezaya Şingalê bombebaran kir.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, ku jêderekî ji nexweşxaneya giştî ya Sinûnê wergirtine, ta niha 2 birîndar gihîştine wê nexweşxaneyê.
Herwiha got: Asayişa YBŞê ew nûçe piştrast kiriye û ragihandiye, tenê 2 kadroyên wan birîndar bûne û ti zanyariyên din ranegihandine.
Ev sêyem çar e firokeyên şer ên Tirkiyê li sînorê qezaya Şingalê hêzên ser bi PKKê ve armanc digirin.
Di wê derbarê de, Rêvebirê Nahiya Sinûnê Xwedêda Çokî ji K24ê re ragihand, bi sedema bombebarana firokeyên Tirkiyê, ziyan gihîştiye welatiyan.
Peyamnêrê K24ê amaje bi wê jî da, piştî bombebaranê, beşek ji xelkê navçeyê ji tirsa bombebaranê koç kirin û berê xwe dan navçeyên aram.
S. B