Wezîrekî Îsraîlê: Gel û Hikûmeta me piştevaniya Kurdan dikin

Wezîrê Stratejiyeta Îsraîlê Ron Brummer ragihand, gel û Hikûmeta Îsraîlê piştevaniya Kurdan dike û pêwîst e tevahiya Rojhilata Navîn ji bo bidestxistina aştiyê, nimûneya Îsraîlê ya pêkvejiyanê bicîh bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Stratejiyeta Îsraîlê Ron Brummer ragihand, gel û Hikûmeta Îsraîlê piştevaniya Kurdan dike û pêwîst e tevahiya Rojhilata Navîn ji bo bidestxistina aştiyê, nimûneya Îsraîlê ya pêkvejiyanê bicîh bike.

Li bajarê Frankfurt ê Almanyayê, ku yek ji navendên siyasî û aborî ji bo Cihûyên cîhanê ye, bi beşdarîya çendîn rêxistin û sazîyên Kurdan ên li Ewropayê, Yekemîn Kongreya Ewropa ya Îsraîlê birêve diçe.

Wezîrê Stratejiyeta Îsraîlê Ron Brummer li perawîza kongreyê ji K24 re ragihand: “Gel û Hikûmeta Îsraîlê berdewam piştevaniya daxwaza Kurd bo azadî û serxwebûnê kirine. Pêwîst e Rojhilata Navîn nimûmeya Îsraîlê ya pêkvejiyanê li ber çav bigire. Li Îsraîlê Cihû û Misliman bi hev re dijîm û divê welatên herêmê vê nimûneyê li welatên xwe bicih bikin. Heger welatên Kurd tê de dijîn, nimûneya pêkvejiyanê ya Îsraîlê bicih bikira, dê Rojhilata Navîn ji niha baştir biba.”

 

 

S. B