Mesrûr Barzanî pêşwazî li Encûmena Bazirganî ya Iraqî – Brîtanî dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro pêşwazî li şandeke Encûmena Bazirganî ya Iraqî – Brîtanî bi serokatiya Nûnerê Serokwezîrê Brîtanya bo Karûbarên Bazirganiya bi Iraqê Emma Nicholson kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro pêşwazî li şandeke Encûmena Bazirganî ya Iraqî – Brîtanî bi serokatiya Nûnerê Serokwezîrê Brîtanya bo Karûbarên Bazirganiya bi Iraqê Emma Nicholson kir.

Di civînê de, guftûgo derbarê geşepêdana pêwendiyên bazirganî yên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê û Iraqê hat kirin.

Emma Nicholson amaje bi wê da, Hikûmeta Brîtanyayê amade ye hevkariyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bike, bo bicihkirina karnameya xwe ya derbarê firehkirina aborî û ji bo pişta xwe tenê bi yek jêderê nebeste.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li wê kir, armanceke pêşîne ya Kabîneya Nehem ew e, bi riya pêşxistina karînan û dîtina bazaran bo berhmên navxweyî, Herêma Kurdistanê ji civakake bikarhêner bike civakeke berhemhêner.

 

S. B