sibe sê serokatiyên Herêma Kurdistanê dicivin
Biryar e sibe her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê ji bo guftûgokirina pirsên niha yên Herêma Kurdistanê û Iraqê bicivin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e sibe her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê ji bo guftûgokirina pirsên niha yên Herêma Kurdistanê û Iraqê bicivin.
Li gor zanyariyên K24ê, sibe demjimêr 10:00 Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Hikûmet û Serokatiya Parlemanê bo guftûgokirina rewşa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê dicivin.
Piştî civîna her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê jî, civîneke fireh bi beşdariya Serokomarê Iraqê Berhem Salih û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê tê girêdan.
Civîn di demekê de, li Bexdayê komîteyeke taybet bo serastkirina destûra herdemî ya Iraqê hatiye pêkanîn û tê çaverêkirin Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî guhartinan di kabîneya hikûmetê de dike.
Hevdem, xwepêşanderên Iraqê daxwaza destjikarkişandina her sê serokatiyên Iraqê û encamdana hilbijartinên pêşwext dikin.
Her di wê çarçovê de, îro Serokomarê Iraqê Berhem Salih gihîşte Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
S. B