Kampeke nû bo koçberê Serê Kaniyê li Hesekê tê vekirin
Rêveberiya Xweser kampeke nû ji bo koçberên bajarên Serê Kaniyê û Til Temirê li rojavayê bajarê Hesekê amade dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser kampeke nû ji bo koçberên bajarên Serê Kaniyê û Til Temirê li rojavayê bajarê Hesekê amade dike.
Peyamnêrê K24ê Ekrem Salih li nava kampa nû da zanîn, ji ber ku dibistanên bajarê Hesekê bi koçberan hatine dagirtin, Rêveberiya Xweser kampa nû li rojavayê Hesekê li gundê tiwênê amade dike.
Endama Komîta Amadekar yê wê kampê bi navê Gulîstan ji K24ê re ragihand, ta niha 250 koçberên Til Temir, Serê Kaniyê û Zirganê li wê kampê bicih bûne.
Got jî, hejmara koçberên ji ber tundiya êrîşa Tirkiyê zêde dibe û wan plan kiriye ku 2 hezar û 600 malbat li wê kampê bicih bikin.
Da zanîn jî, ew bi karînên Rêveberiya Xweser, Heyva Sor a Kurd û rêxsitina Rojava kampê amade dikin û ti rêxistineke navdewletî alîkarî pêşkêş nekirine.
S. B