Evro hersê serokatîyên Herêma Kurdistanê dê civin

Evero her sê serokatîyên Herêma Kurdistanê dê civin û dûv re jî bi pişikdarîya serok komarê Îraqê li gel alîyên sîyasî civîneke berfireh birêve diçe.

K24- Hewlêr

Evero her sê serokatîyên Herêma Kurdistanê dê civin û dûv re jî bi pişikdarîya serok komarê Îraqê li gel alîyên sîyasî civîneke berfireh birêve diçe.

 Li gor zayarîyên Kurdistan24ê , biryare evro demjimêr 10:00 sipêdê, her sê desteyên serokatîya Herêma Kurdistanê( serokatîya Herêmê, hikumet û perlemanê) dê civin û rewşa niha ya Îraqê û deverê tewera serekeyê kombûnê dibe.

Piştî wê civînê, biryare her sê serokatîyê Herêma Kurdistanê bi pişikdarîya serokê komara Îraqê, Berhem Salih,  li gel alîyên sîyasîyên Herêma Kurdistanê civîneke berfireh encam bidin û rewşa niha ya Îraqê û peywendîyên navbera Herwlêr û Bexdayê tewereke sereke ya civînê dibe.

Duhî êvarê, Berhem Salih, serokê komara Îraqê gehişte bajarê Hewlêrê û li firokexaneya nêvdewletî ve ji alîyê Nêçîrvan Barzanî hat pêşwazîkirin.