Karwaneke serbazîya Emerîkayê gehişte Herêma Kurdistanê

Evro karwanek din a serbazîya Emerîka ji Rojavaya Kurdistanê vekişîya û gehişte Herêma Kurdistanê.

K24- Dihok

Evro karwanek din a serbazîya Emerîka ji Rojavaya Kurdistanê vekişîya û gehişte Herêma Kurdistanê.

Nûçegehanê Kurdistan24 li Dihokê ragehand: Ew karwana serbazîya Emerîkayê ku ji Rojavaya Kurdistanê vekişîya, spêde ya evro gehişete sinûrê parêzgeha  Dihokê û ber Hewlêrê ve çû. Ji bilî otombîlên serbazî çend otombêlên barhelgirî li gel karwanê hebû.

Berê jî çend karwanên din ji hêzên Emerîkayê ji Rojavaya Kurdistanê vekişa bûn gehabûn Herêma Kurdistanê û pişkek ji wan li parêzgeha Enbar hatin akincîkirin.

Ji detpêka hêrşên Tirkiyayê bo ser rojavaya Kurdistanê, bi biryara Donald Tiramp hêzên serbazîyên Emerîkayê ji piranîya deverên Rojavaya Kurdistanê xwe vekişandin. Dûv re Emerîkayê biryar da hejmereke hêzên xwe bihêle û wan hêzan dişîne hinek bîyavên petrolê li Rojavaya Kurdistanê.